Miteşebisa jin a Bîngolî bi alîkariya KOSGEBê atolyeya tekstîlê vekir

Arslana ku xwest ji xwe ra atolyeyê veke, serî li "Bernameya Miteşebisa Pêşketî" ya KOSGEBê da.

Miteşebisa jin a Bîngolî bi alîkariya KOSGEBê atolyeya tekstîlê vekir

 Li Bîngolê Elif Arslana 27 salî bi piştgiriya dewletê va atolyeya tekstîlê ya ku xeyala wê bû, vekir.

Arslana diya zarokekî ya ku di zaroktiya xwe da sektora tekstîlê nas kir, piştî ku bi salan vê qadê da xebitî, li Navenda Perwerdeya Gel di qursa neqş û nemûşan da hîndekariya pispor kir.

Arslana ku xwest ji xwe ra atolyeyê veke, serî li "Bernameya Miteşebisa Pêşketî" ya KOSGEBê da.

Serîlêdana Arslanê hat pejirandin û jê ra 100 hezar lîre alîkariya makîne û ekîpmanê hat dayîn.

Arslanê jî atolyeyeke tekstîlê vekir ku tê da 19 jê jin 25 kes îstixdamkirî ne.

Arslanê diyar kir ku 16 sal e ew di sektorê da dixebite.

Arslanê destnîşan kir, bi piştgiriya KOSGEBê va wê par atolyeya xwe vekir û her wiha ew zehf bextewar e ku wê derfeta îstixdamê da jinan.

Her wisa Arslanê bal kişand ku wê di çarçoveya Bernameya Perwerdeya Pîşeyî ya ÎŞKURê da 25 personel wergirt û wiha dewam kir:

"Ez gava 11 salî bûm min li cem terziyekî dest bi kar kir. Di vê pêvajoyê da piştevanê herî mezin ê min malbata min û mêrê min bûn. Niha em li ber qonaxa mezinkirina kargehê ne. Heger em ciyekî wekî fabrîqeyekê bibînin, ez dixwazim hejmara îstixdamkiriyan derxim 100î."

Ji xebatkarên jin Feride Tatliyê jî diyar kir, ew çû qursa neqş û nemûşan û wê wisa xwe fêrî pîşeyê kir û wiha got, "Min ewil li vir dest bi kar kir. Xwediya kargehê jinek e ku lewma hezkirina me ya şixul zêdetir bû."

Seren Bugluşê jî diyar kir, piştî ku wê dest bi kar kir, wê alîkariyeke mezin da aboriya malbatê û wiha got, "Ez dixwazim Arslanê ji xwe ra bikim nimûne û siberojê mîna wê bibim miteşebis."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE