Odeyên pîşesazî û bazirganiyê yên Riha û Trabzonê, miteşebisên jin anîn ba hev. Ji her du bajaran 130 karsazên jin li Rihayê civiyan û li ser pêşxistina bazirganıyê dan û stendin kirin.
Li Rihayê, bi hevkariya Odeya Pîşezasî û Bazirganiyê ya bajêr û Odeya Trabzonê çalakiyek hat lidarxistin.
Di çarçoveya ‘Ji Trabzonê Heta Rihayê Miteşebisên Jin Tên Ba Hev’ de karsazên Trabzonê hatin Rihayê.
Karsazên Trabzonê derbarê çand û dîroka Rihayê de hatin agahdarkirin.
Her wiha li ser potansiyela bazirganiyê dan û stendin hat kirin.
Endamên her du odeyan dixwazin ji vir û pê ve jî di bernameyên din de werin ba hev.