Mizgîniya verastkirina deynan

Yekîtiya Bankan: Ji bo deynên krediyê heya 24 mehan wade tê

Mizgîniya verastkirina deynan

Berat Albayrak: Li gorî min biryara tewsiyeyê ya Yekîtiya Bankan girîng e.

Yekîtıya Bankan Mizgîniya verastkirina deynan da sektora reel. Saziyên ku deynê wan ên nakît û kredıyê dı bın 15 mılyon lîreyî de ne wê karıbın deynê xwe heta 24 mehan wadeyê bıdın. Herwıha wezîrê xezîne û darayıyê albayrak destnîşan kır ew gırîngıyê dıde vê bıryara pêşnıyazê.

Yekîtiya Bankên Tirkiyeyê li ser deyndariya sektora taybet pêşniyazek li saziyên fînansî kir.

Biryar, deynên pêşîn ên binî 15 milyon lîreyî yên ji bo bank û saziyên din ên fînansî eleqedar dike.

Lê divê şîrketên deyndar hin şert û merc jî anîbin cih.

Ji bo ku fîrme sûdê ji verastkirina deynan bigire divê li ser wê şopandina qanûnî dest pê nekiribe.

Fîrmeyên ku derbarê wan de biryara îflasê heye dê nikaribin verastkirinê bikin.

Verastkirin ji bo deynên heta 30ê Nîsana 2019an e.

Wezîr Berat Albayrak diyar kir bi awayekî erênî li biryara yekîtiyê dinêrin.

Albayrak got ez girîngiyê didim pêşniyaza verastkirina deynê sektora taybet.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE