Ajansa Piştxistinê û Walitiya Batmanê ji bo ekonomiya Batmanê geş bibe projeyeke hevpar li dar xist. Êdî li Batmanê hemû fîrma û atolyeyên tekstîlê wê li navendekê bin. Batman wê li herêmê bibe navenda tekstîlê.
Ji bo fîrma û atolyeyên tekstîlê yên li Batmanê tev li cihekî kar bikin, Siteya Sanaiyê ya Tekstîlê tê avakirin. Li cihê sîteyê xebatên binesaziyê dest pê kirin jî.
Bi projeya Ajansa Pêşxistinê ya Dîcleyê hemû atolye û fîrmayên ku li ser tekstîlê dixebitin wê li Navenda Sanaiyê hilberînê bikin.
Bi saya projeyê fîrmayên Batmanê wê di nav xwe de bi awayekî organîze bixebitin û fîrmayên ku ji derve werin jî wê karibin xwe bi hêsanî bigihînin wan.
Bi vî awayî him hilberîn him jî firotin wê bileztir bibe.