Înşeata Bendava Alpaslan 2yê dewam dike

Walî Gündüzgöz: Ekonomî wê bi pêş ve biçe, Muşî dê vegerin ser axa xwe...

Înşeata Bendava Alpaslan 2yê dewam dike

Li Muşê, xebatên Bendava Alpaslan 2yê dewam dikin. Waliyê Mûşê İlker Gündüzgöz diyar kir ku bi vê projeyê, Mûşiyên li xeribiyê dê vegerin ser axa xwe.

Bi dehan qamyon û wesayîdên kar bênavber dixebitin..

Li bajêr, li ser riya Mûş û Gimgimê, di navbera gundên Akpinar û Sarkîsanê de înşeata bendava Alpaslan 2yê a dewam dike.

Bi saya vê projeyê, li Deşta Mûşê wê pirsgirêka avdanê nemîne; bereketa zeviyan jî zêde bibe.

Waliyê bajêr Doç. Dr. Îlker Gündüzgöz diyar kir ku bi saya vê pêşketinê, Mûşiyên ku ji axa xwe koç kirine dê dîsa vegerin.

Waliyê Muşê Gündüzgöz got ”Piştî bendav qediya, wê bereketa axa Mûşê zêde bibe. ekonomiya Mûşê dê bi saya vê bi pêş bikeve. Li cihên ku ekonomiya wan baş e, nifûs jî zêde bibe. Bawer im Mûşî dê dîsa vegerin axa xwe. Her tişt dê baştir bibe.”

Deşta Mûşê piştî Konyayê, deşta herî mezin û yekpare ye.

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE