Dı rojên koronayê de wesaîdên nû peyde nedibûn, ji ber vê yekê erebeyên destê duyem ji sedî 100 zêdetir biha bûn. Bi sala nû re otomobîl ji sedî 10-15 erzan bûn. Li bazaran vê carê erebe hene lê mişterî tune ne.
Şewba koronayê herî zêde bandora xwe ya neyînî li ser sektora wesaîdan nîşan da. Di piyasayê de erebeyên nû peyde nedibûn.
Ji ber vê yekê otomobîlên destê duyem, ketin rewacê û bihayîya wan ji sedî 100 zêde bûn.
Bi sala 2021’an vir ve sektora otomotîvê geş bû lê eleqa gel sivik bû.
Ji ber ku mişterî tune ne wesaîdên destê duyem ji sedî 10-15 erzan bû.
Erebeyên nûjen derketin pêşberê xwezgîniyan. Gelek fîrma ji bo erebeyan bifroşin dest bi kampanyayan kirin.