Pakêta krediyê ya ji bo KOBIyan wê sibê eşkere bibe

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak: "Sibê ji bona KOBÎyan bi taybetî jî bi beşdariya Yekîtiya Bankeyan û 12 bankeyan em ê pakêteke girîng ya krediyê eşkere bikin."

Pakêta krediyê ya ji bo KOBIyan wê sibê eşkere bibe

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak ji bo KOBIyan mizgînî da û got: "Sibê ji bona KOBÎyan bi taybetî jî bi beşdariya Yekîtiya Bankeyan û 12 bankeyan em ê pakêteke girîng ya krediyê eşkere bikin."

Albayrak beşdarî Civîna Berfirehkirî ya Serokên MUSÎADê ya ku li otêlekê hat lidarxistin bû û li wir axivî.

Di axaftina xwe da Albayrak destnîşan ku ew welatî û bazarê ji encama şanîderên aboriya makroyê tên hildan, didin îstifadekirin û bi van gavên pêvajoya hevsengkirinê va jî bingeha binesaziya pêvajoya guherînê bi awayekî lez û bez datînin.

Albayrak got ku di 16 salan da mezinbûna li gor edaletê pêk hat û herkesî jê para xwe hilde û ev mezinbûn jî di sala 2019an da wê dewam bike.

Di mijara biryara TCMByê da jî Albayrak got: "Di rêbendanê da armanca dewirkirina wê ya bo xezîneyê ew e ku veberhênan û pereyên ku divê kamu bide leztir bibe û bi lezûbez lîkîdîteyê pêşkêşî piyaseyê bikin. Di rêbendanê da wê kara TCMByê dewrî xezîneyê bibe û armanca vê eşkere ye. Li gorî tabloya ku eşkere dibe wê ev reqem derdora 37 milyar lireyî be."

Wezîr Albayrak ragihand ku ew ê sibê ji bo KOBIyan jî pakêta krediyê eşkere bikin û hûrgiliyên wê jî wê sibê bên eşkerekirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 11:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE