Pekcan: "Di meha hezîranê de îxracat li gor heman meha par zêde bû"

"Îxracata me li gor heman meha sala par ji sedî 15,8 zêde bû û derket 13 milyar û 469 milyon dolarî"

Pekcan: "Di meha hezîranê de îxracat li gor heman meha par zêde bû"

Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcan: "Di meha Hezîranê da îxracata me li gor heman meha sala par ji sedî 15,8 zêde bû û derket 13 milyar û 469 milyon dolarî û li gor Gulanê jî ji sedî 35 zêde bû."

Pekcana bû mêvana Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê rojevê da axivî.

Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê diyar kir di meha Hezîranê da îxracata wan li gor heman meha sala par ji sedî 15,8 zêde bû û derket 13 milyar û 469 milyon dolarî û li gor Gulanê jî ji sedî 35 zêde bû.

Pekcanê destnîşan kir şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li dinyayê ji xeynî tenduristiyê li ser aboriyê jî bandoreke mezin çêkir û wiha got: "Li gorî qinaeta min Tirkiye di pandemiyê da wekî di warê tenduristiyê da di warê aboriyê da jî cuda bû û sînyala pêşketineke mezin da."

Ruhsar Pekcanê der barê bacên gumrukê da got ku bi tevdîrên ku hatin hildan me ji bona parastina hilberîner û pîşesazên xwemalî mertalek ava kir û em ê bi karsazan ra revîze bikin.

Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê got ku em Projeya Dorê ya Sanal ya Birandevû wek pîlot li Kapikuleyê didin destpêkirin.

Pekcanê diyar kir ji ber bihayên zêde der barê 12 hezar fîrma û 57 hezar berheman da gilîdarî hat û got ku lêkolîna der barê 10 hezar fîrma û 50 hezar berheman da temam bûye û li qismeke wan ceza hat birîn.

Ruhsar Pekcanê destnîşan kir di firotina wesaît û avahiyan yên destê duyemîn da ji bona tesbîtkirina ferqa bihayên tên îlankirin wê bi Wezareta Xezîne û Darayiyê ra bixebitin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE