Piştgirıiya ji bo cotkarên zeytûnan

Midûriyeta Çandinî û Daristanan ji bo darên zeytûnan alîkariyê dike

Piştgirıiya ji bo cotkarên zeytûnan

Li Sêrtê Midûriyeta Çandinî û Daristanan ji bo ku alîkariyê bide cotkarên zeytûnan, dest bi xebatê kir. Bi vî awayî wê cotkar ji xerz û darên zeytûnan hilberîneke baş bi dest bixin.

Emrê darên zeytûnan pir dirêj e û yên hinekan digêhijê 600-700 salî.

Ji bo ji wan darên emirdirêj hilberîneke baş bê bidestxistin jî divê cotkar baş lê mêze bikin.

Ji bo vê jî Midûriyeta Çandin û Daristanan dest bi xebatê kir. Midûriyet dê alîkarî û piştgiriyê bide cotkarên gundê Zivzika Şîrwana Sêrtê.

Midûrê Çandinî û Daristanan ê Siirtê Ergün Demirhan got,’’Em niha li gundê Zivzika Sêrtê ne. Çemê Botanê hema di binê vî gundê re diçe. Ev der cihekî taybet e û hewaya vir jî xweş e. Em ê piştî hin tespîtan dest bi alîkariyê bikin ku berê zeytûnan ê li wir zêde bibe’’.

Cotkar jî dibêjin ew zeytûn ji me re di heyama Osmaniyan de mane û em ji bo xwedîlêderketina Midûriyeta Çandiniyê kêfxweş in.

Her wiha cotkar dibêjin em ji van zeytûnan sabûn û zeytê jî çêdikin.

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2018, 11:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE