Lİ Çaldêrana Wanê piştgiriyên ji bo çandiniyê dewam dikin. Bi piştgiriya şaredariya navçeyê li ser 200 donim erdî tov hat reşandin.
Ji bo ku li her deverê çandinî bê kirin proje û piştgirî didomin.
Ev der jî Çaldêrana Wanê ye.
Bi piştgiriya Şaredariya Çaldêranê li cotkaran tov û mazot hat belavkirin.
Cotkaran jî ew tov li zeviyên xwe reşandin.
Li navçeyê li ser 200 donim erdî, nok, nîsk û fasûle hatin çandin.
Her wiha wê alîkarî û piştgiriyên ji bo cotkaran bidomin.