Par li herêmê hişkesalî hebû û heywandarî vê demsalê bı zehmet bû. Ji bo ku heywandar mexdûr nebin, Ofîsa Berên Axê TMO ceh bi nîvê bihayê wê difroşe heywandaran. Kîloya ceh li bazarê 4 û 5 lîre ye û ofîs bi 2 lîreyan difroşe.
Ji ber hişkesaliya par li herêmê heywandar mexdûr bûbûn.
Ji bo ku ew bêhtir mexdûr nebin Ofîsa Berên Axê TMO cehê erzan difroşe.
Li Mûşê milyonek û 200 hezar sewal û 350 hezar ajal tên xwedî kirin.
Hewcedarî bi êm û ceh gelek e.
Li bazarê ceh bi 4 û 5 lîreyan tê firotin lê TMO bi nîvê bihayê bazarê difroşe.
TMO ji bo heywandarên Mûşê kîloya ceh bi 2 lîreyan difroşe.
Ji bo ajalan her roj 5 kîlo, ji bo sewalan jî kîloyek ceh hewce ye.