Piştgiriya ji bo mêşvanan

Midûriyeta Çandiniyê li 20 mêşvanan kewar belav kirin.

Piştgiriya ji bo mêşvanan

Li Depa Elezîzê bi saya piştgiriya dewletê, hilberîna hingivê xwezayî zêde dibe. Mêşvan dixwazin ji hingivê xwe qezenceke baş bigrin.

Midûriyeta Çandiniyê ya Elazîzê li 20 mêşvanên Depa Elezîzê kewar belav kirin.

Herwiha ji bo ku xelk berê xwe bide mêşvaniyê û li bajêr hilberîna hingiv zêde bibe jî perwerde da wan.

Bi vê projeyê hejmara mêşvanan zêde bûye.

Lê ew dixwazin ji bo hingivê Depê yê xwezayî bazarek çê bibe da ku bikaribin qezenceke baş bi dest bixin.

Mêşvanên herêmê ji bo hingivekî xweş û xwezayî kewarên xwe di biharê de dibin çiyayê Zelxiderê û heta payîzê li wir dihêlin.

Dîroka nûkirinê: 04 Tîrmeh 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE