Piştgiriyên ji bo cotkaran

135 hezar şitlên fistiqan dê li cotkaran bên belavkirin

Piştgiriyên ji bo cotkaran

Li Kercewsa Batmanê ji bo cotkaran projeyek hat amdekirin. Di projeyê de 135 hezar şitlên fistiqan dê li cotkaran bên belavkirin.

Midûriyeta Daristan û Çandiniyê ya Kercewsa Batmanê, Midûriyeta Îdareya Taybet a Bajêr û Odeya Ziraetê bi hev re ji bo cotkaran projeyek amade kir.

Ew ê şitlên fistiqan li cotkaran belav bikin.

Di projeyê de heta niha 10 hezar cotkaran, wek hîbe şitlên fistiqan standin.

Şitil li gorî piyaseyê erzantir tên dayîn. Bi vî awayî cotkar dikarin zêdetir şitlan bistînin.

Li gorî plankirina saziyan 125 hezar şitlên din jî di vê heftyê li cotkaran bên belavkirin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE