Mûş bi heywandariya xwe gelekî bi pêş ketiye. Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya bajêr jî tovên çîmên Îtalyayê li cotkaran belav kirin da ku pez û dewar lê biçêrin.
Reygras (Ryegrass) ango giyayê Îtalyayê…
Midûriyeta Çandînî û Daristanê ji bo ceribandinê 500 kîlo toximê giyayê Îtalyayê da 8 cotkaran.
Ew ê vî giyayî bidin pez û dewarê xwe.
Rêvebir dixwazin bi vî çêre û giyayî heywandariyê pêş ve bibin.
Giyayê zêde wê bibe ka û were firotin jî.
Cotkar ji çêreyê îtxal zahf razî ne. Ew dibêjin bi vî giyayî şîrê heywên jî zêde dibe.