Serokê Bankeya Navnedî ya Komara Turkiyeyê Naci Agbal di civîna çapemeniyê de axivî
ji axaftina Agbal:
"Îstiqrara bihayan şertê ewil yê pêşketina domdar, îstixdam û refaha civakî ye."
"Divê pêkanîna îstiqrara bihayan armanca me ya hevbeş be. Wek Bankeya Navendî ya Komara Turkiyeyê em ji dil ji vê armancê bawer dikin û biryadar in ku enflasyonê daxin."
"Ji bona bigihêjin armancên xwe li gor şert û mercan em ê giraniyê bidin ser helwesta xwe ya polîtîkayê."
"Bankeya Navendî ya Komara Turkiyeyê ji bona destnîşankirina ast û rewşa kuran dê dovîzan nekire û nefiroşe."
"Polîtîkaya pere di sala 2021ê da dê sade û eşkere bê destnîşankirin û sepandin."
"Rejima kurên pêlî wê bidome û li gor şertên piseya serbest ya kuran bi hevsenga daxwaz û pêşkêşkirinê destnîşan bibe. Hedefeke nomînal yan jî reel ya Bankeya Navendî ya Komara Turkiyeyê tuneye."
"Ji bona me girîng e ku der barê maliyetên enflasyonê yên li ser aborî û welatê me da hişyarî çêbe û hemû teref xwedî li hedefên enflasyonê derkevin."
"Ji bona dawiya sala 2021an hedefa me ya enflasyonê ji sedî 9,4 e ku ev di heman demê da hedefeke navîn e."AA