Dı çarçoveya pêşxistina herêmên çolter de Wezareta Çandiniyê bi navê “uzman eller” ango “destên pispor” li 4 bajaran dest bi projeyekê kiribû. Proje li Mardinê dest pê dike. Kesên ku li zanîngehê beşeke çandiniyê xwendibe wê ji dewletê 100 hezar lîre piştgirî bistîne.
Wezareta Çandinî û Heywandariyê ji bo pêşxistina cotkarî û heywandariyê bi navê “uzman eller” dest bi projeyekê kir.
Ji bo kesên ku li zanîngehê beşeke li ser çandiniyê xwendibin û biçin li gundê xwe cotkariyê bikin wê dewlet jî 100 hezar lîre hîbe bide wan.
Proje li Mardin, Amasya, Düzce û İzmirê dest pê kir.
Cotkarên Mardinî yên pispor çûn serî li Rêvebiriya Çandiniyê ya bajêr dan û hûrgiliyên projeyê hîn bûn.
Piştî proje û serlêdana wan were qebûlkirin wê 100 hezar lîre piştgirî bigirin û wê karê xwe bikin.
Bi vê projeyê tê xwestin ku herêmên çolter bi pêş ve biçin.