Projeya geliyê zapê

Berhêmên organîk dê di bin markaya “ZAP”ê de bên firotin

Projeya geliyê zapê

Qeymeqamtî û Şaredariya çelêya Colemêrgê bi navê geliyê Zapê projeyek da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de bi kunciyên organîk tehîn tê çêkirin û wê di din markaya “zap”ê de bê firotin.

Projeya Geliyê Zapê ji aliyê qeymeqamtî û şaredariya Çelêya Colemêrgê ve hat destpêkirin.

Dixwazin di çarçoveya projeyê de rê û rêbazên xwezayî berhêmên organîk ên wekî gûz, genim, garis, kunci, mewîj û bastîx hilbêrînin.

Pişt re jî ew ber wê di bin markaya ZAP ê de bên nasandin û firotin.

Ji bo hilberîna van beran avahiyek hat vekirin. Di merasîma vekirinê de gelek welatî û rayedarên bajêr cih girtin.

Her wiha bi welatiyan re ji bo ku berên organîk hilberînin peyman hat îmzekirin.

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 15:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE