Pıştî tufrengî yanî çîlekên teze niha jî yên hişkkirî. Li Sasona Batmanê muteşebîsan jin Lale Basutê bi piştgiriya Wezareta Daristan û Çandiniyê projeyek hazir kir. Bi projeyê pêşî tûfrengiyan bi panelên tavê hişk dike, paşê jî difroşe piyaseyê.
Li Sasona Batmanê çandiniya tûfrengiyan her ku diçe zêde dibe. Wezareta Çandinî û Daristanê jî piştgrîyê dide projeyên nû.
Muteşebîsa jin Lale Basutê jî ji bo tûfrengiyên xwe zûtir hişk bike û bifiroşe, projeyek amade kir û ji wezaretê piştgirî stand.Lale Basut niha bi panelên tavê û bê ceyran tûfrengiyên xwe hişk dike û dişeyne piyaseyê.
Basûtê got,“Min bi vê projeyê xwest em ji tûfrengiyan zêdetir fêde bibînin.” Mûteşebbîsa jin dibêje “ez dixwazim her kes, bi taybetî jî jin vê yekê hîn bibin.”