Projeya xebatê ya ji bo dibistana gund

Dibistaneke gund atolyeya tekstîlê vekir

Projeya xebatê ya ji bo dibistana gund

Li gundekî Semsûrê Dibistana Anadoluyê, di çarçoveya perwerdeya meslekî de atolyeya tekstîlê vekir û xwendekar lê dane xebitandin. A niha jı gund 28 kes lı atolyeyê dıxebıtın.

Li gundê Akpinara li ser navenda Semsûrê dibistana anadoluyê atolyeyeke testîlê vekir.

Avahiya ku berê dibistan bû hat paqijkirin û bi hevkariya şîrketeke tekstîlê bû atolye.

A niha li atolyeyê 28 kes dixebitin. Xebatkar him xwendekarên dibistanê ne him jî gundiyên hewcedar in.

Atolyeya tekstîlê tevî ku hînî meslekê dike pere jî dide qezanckirin.

Berhemên ku li wê derê tên hilberîn tên firotin welatên rojhilata navîn.

Rêvebirê Perwerdeya Bajêr Ahmet Alagoz got, ‘’Ev him mehaniyê digirin, him jî perwerde dibin. Tevî perwerdeyê dikarin debara xwe jî bikin.’’

Xebata atolyeyê herî zêde bi kêrî gundiyan tê.

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 16:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE