Projeyên ji bo cotkarên ciwan

Li 552 cotkarî 16 milyon û 560 hezar lîre hîbe hat kirin

Projeyên ji bo cotkarên ciwan

Li Sêrtê di çarçoveya projeyên ji bo piştgiriya cotkarên ciwan de, heta niha li 552 cotkarên ciwan bi qasî 16 milyon û 560 hezar lîre hîbe hat belakirin. Di encama projeyan de gelek ciwan bûn xwedî kar.

Ji sala 2016an ve ye ku li Sêrtê ji bo cotkarên ciwan projeyên gelek girîng tên meşandin.

Cotkarên herêmê bi taybetî jî di warê heywandarî, mêşvanî û bexçevaniyê de tên perwerdekirin û pişt re jî ji bo bi xwe karên xwe bikin hîbe tên dayîn.

Midûrê Çandinî û Daristanan ê Sêrtê Mustafa Yığman dibêje: “Heta niha gelek cotkarên me yên ciwan bi saya van projeyan bûn xwedî kar.”

Yığman got, “Projeyên me ev 3 sal in dewam dikin. Di vê demê de li tevahiya Sêrtê li 552 cotkaran hîbeyeke bi qasî 16 milyon û 560 lîreyî hat belavkirin.

Cotkarên ku heta niha ji van projeyan îstifade kirine jî kêfxweşiyên xwe anîn ziman.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE