Pêşengê îxracata Başûrê Rojhilat tekstîl e

Bi sedî 34ê îxracatê va tekstîl bû sektora pêşeng a Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku di 11 mehên salê da 7 milyar û 782 milyon dolarî îxracat kir

Pêşengê îxracata Başûrê Rojhilat tekstîl e

Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku her sal îxracata xwe zêde dike, bi 2 milyar û 653 milyon dolarî va sektora tekstîlê herî zêde dovîz anî.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji daneyên Yekîtiyên Îxracatvanên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAÎB) berhev kir, îxracatvanên li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê îxracata xwe ya 11 mehên salê, li gorî sala par ji sedî 6,1 zêde kirin û derxistin 7 milyar û 782 milyon û 246 hezar dolarî.

Îxracatvanên ji vê herêmê, di vê pêvajoyê da herî zêde di warê tekstîl û madeyên xam da îxracat kirin. Tekstîlvanên herêmê di 11 mehên salê da bi bihayê 2 milyar û 653 milyon û 174 hezar dolarî berhem firotin.

Tekstîlvanên herêmê ku sala par di heman serdemê da bi bihayê 2 milyar û 420 milyon û 154 hezar dolarî îxracat kirin, bi vî awayî îxracata xwe ya îsal ji sedî 9,6 zêde kirin.

Tekstîlvanan di 11 mehên sala 2018an da ji sedî 34,1ê îxracata Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê kirin û bûn sektora pêşeng a herêmê.

Di îxracata herêmê da piştî tekstîlê, bi sedî 24,7ê va dexl û zad û bi sedî 17,8ê va jî xalîçe hatin.

AA

Dîroka nûkirinê: 02 Kanûn 2018, 14:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE