“Pêvajoya îstikrarê dest pê kir”

Wezîr Albayrak: Ji disiplîna budceyê tu tawîz wê neyê dayîn”

“Pêvajoya îstikrarê dest pê kir”

Wezîrê Xazîne û Maliyê Berat Albayrak got:” di ekonomiyê de pêvajoya îstikrarê dest pê dike.” Albayrak bal kişand ser micadeleya li dijî enflasyonê û got: “wê ji bo vê programeke xurt bê eşkerekirin.”

Wezîrê Xezîne û Maliyê Berat Albayrak, di roja dawî ya Kampa AK Partiyê ya li Kızılcahamamê de, derbarê ekonomiyê de xeber da.

Albayrak bal kişand ser nîşaneyên baş ên ekonomiya Tirkiyê.

Wekî din, li hemberî hewlên spekulatîf ên di du mehên dawî de jî got “em bi koordinasyoneke xurt, gavên girîng davêjin.”

Albayrak got :”Prîmên riskê ku derketibû 550an, niha daketiye heta 350an.”

Derbarê dîsiplîna budceyê de jî got: “em ê polîtîkayên bêtawiz bimeşînin.”

Berat Albayerak bal kişand ser micadeleya li dijî enflasyonê jî û got wê di rojên pêş me de bernameyeke pir xurt bê pêşkeşkirin.

Dîroka nûkirinê: 07 Cotmeh 2018, 16:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE