Qedera Agiriyê ew ê bi tekstîlkentê biguhere

Walîtiya Agiriyê li ser daxwaza saziyan biryar da ku Tekstîlkenta Agiriyê ya ew ê ji qismekî pêk bihata mezin bike

Qedera Agiriyê ew ê bi tekstîlkentê biguhere

Walîtiya Agiriyê li ser daxwaza saziyan biryar da ku Tekstîlkenta Agiriyê ya ew ê ji qismekî pêk bihata mezin bike û wekî 4 etab ava bike.

Sala par xîmê Tekstîlkenta Agiriyê hatibû avêtin û ji bo bajarê lê bêkarî heye bibû hêvî.

Di gava ewil da 3 saziyan li ciyê hat texsîskirin fabirqeyên xwe vekirin û dest bi kar kirin.

Ji gelek saziyên ku di nav wan da marqeyeke sporê ya bi nav û deng jî heye xwestin ku cî vebikin li ser vê Walîtiya Agiriyê biryar da ku Tekstîlkenta Agiriyê mezin bikin û têxin 4 qisman.

- Li bajêr bêkarî zêdeye

Waliyê Agiriyê Suleyman Elban daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi projeyê gaveke girîng avêtin.

Elban bal kişand ku li bajêr bêkarî gelekî zêde ye û wiha pê da çû: "Ji bo ku bêkariyê çareser bikin me xwest ku veberhêner werin bajêr. Me li Stenbol, Bursa û bajarên din hemşehriyên xwe yên vî karî dikin dîtin û bi wan ra xeberda. Di encama mitebeqatê da me dest bi avakirina qisma ewil a tekstîlkentê kir."

Elban diyar kir ku li tekstîlkentê 3 saziyan dest bi kar kirin û li vê derê 700 kes hatin îstixdamkirin û wiha axivî:

"Dema bi kapasîteya tam bixebitin bi tenê li van 3 saziyan ew ê kêmzêde 2 hezar kes bixebitin. Li ser daxwaza saziyan me dest bi qisma 2yan kir. Ne bi tenê karaszên ji Agiriyê saziyên mezin jî bi me ra diaxivin. Me herî dawîn bi saziyeke navneteweyî ra xerberda û ji me ra gitn dixwain ku amûrên sporê ji Agiriyê temîn bikin û me li hev kir. Ji bo qisma 3yan em qadeke li ser 50 hezar qeremêtreyî ava dikin. Bi îzna Xwedê saziya navneteweyî ew ê payîzê dest bi xebatên xwe bike. Dema qisma 3yan were temamkirin jî di nav 2 salan da 5 hezar kes ew ê werin îstixdamkirin."

- 11 hezar kesê bixebitin

Elban destnîşan kir ku dest bi xebatên qisma 4an kirin û 258 dolim erdê ku veqetandibûn bi tevahî tije bû û wiha axivî: "Ji bo 150 dolim erdê teze jî me dest bi xebatan kir. Bawer dikim ku li vê derê jî 2 hezar kes ew ê bixebitin, Tekstîlkenta ku ji 4 qisman pêk were dema temam bide 11 hezar kes ew ê bixebitin û bajarê me bibe navenda tekstîlê."

Dîroka nûkirinê: 14 Hezîran 2019, 19:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE