Li Batmanê tîmên şaredaryê li marketan qontrolan dikin. Tîm yek bi yek li reyonan geriyan û biha yek bi yek qontrol kirin.
Piştî ku bi spekulasyonan bihayê rûn hat zêdekirin, gelek market stoqan dikin.
Ji bo ku welatî ji ber van stoqan mexdûr nebin li giştiyê welêt qontrol hene.
Li Batmanê jî tîmên şaredariyê yek bi yek li marketan geriyan.
Tîman reyon qontrol kirin û yek bi yek li bihayan nêrîn.
Ji bo amûrên ku biha li ser tunene jî ciza birîn.