Li Eruha navçeya Siirtê ji bo qumaşê şal û şepikê ku cil û bergên kevneşopî yên miletê Kurd e û wek mîrata çandî ya herêmê ye wê zêdetir bê çêkirin û îxracî dervayî welêt bê kirin.
Di salên berê da çêkirina qumaşê jê şal û şepik tê çêkirin li Siirt û Şirnexê bo gelek malbatan rêya debarê bû. Ji ber gelek sedeman eleqeya li ser qumaşê şal û şepikê kêm bû û niha jî ji bo qumaş zêdetir bê çêkirin li herdu bajaran jî xebat tên kirin.
Li Eruha navçeya Siirtê girtîgeheke berê kirin atolye û westayên zanîn vî qumaşî çêkin jî danîn ser kar û ji nû va qumaşê şal û şepikê tê çêkirin.
Saziya Kar a Tirkiyeyê, Navenda Perwerdehiya Gel a Eruhê û Atolyeya Şal û Şepikê ya Navenda Çandê ya Qaymeqamtiya Eruhê ji bo çêkirina qumaş bi hev ra tevgeriyan û ji bo çêkirina qumaş qurs vekirin.
Kesên tevlî qursê dibin ji aliyekî da hînî kar dibin, ji aliyekî va jî pere qezenc dikin û mehê di navbera 150 û 500 metreyî da qumaş tê çêkirin û tê xwestin ku ev zêdetir bibe û bifiroşin dervayî welêt.
- Qumaşê şal û şepik jê tê çêkirin havînê hênik digire û zivistanê jî germ
Midûrê Navenda Perwerdehiya Gel a Eruhê Seyfettîn Çelîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku avahiya niha ew tê da ne berê girtîgeh bû û niha jî wek atolyeya şal û şepikê tê emilandin.
Çelîk destnîşan kir ku ew di vê atolyeya ji bo wan hatiye cihêkirin da qumaşê xwe sedî sed ji tiftîkê çêdikin û wiha pê da çû: "Dîroka vî qumaşê hanê gelek dûr û dirêj e. Wisa tê zanîn ku li ser axa Mezopotamyayê ev qumaşê ewil e ku hatiye çêkirin û tê gotin ku yê herî bi qîmet e jî. Lewra taybetiya iîftîkê ew e ku tîrêjên rojê yên bi zirar derbas nake, ew havînê hênik digire û zivistanê jî germ digire."
AA