Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê daxuyand ku wan dest bi razandina pereyê alîkariya civakî ya meha tebaxê ku di çarçoveya alîkariyên perwerdeya bimerc/tenduristiya bimerc, anîna zarokên cêwî û nexweşiyên kronîk da tên dayîn, kir.
Wezîr Selçukê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, bi sê bernameyên alîkariya neqdî ya civakî va ew ê dora 274 milyon û 302 hezar lireyî ji zêdetirî 2 milyon û 667 feqîran ra razînin.
Selçukê diyar kir, razandina pereyê alîkariya nexweşiyên kronîk ji îro pê va dest pê kir, razandina pereyê din jî duh dest pê kir û wê heta 29ê adarê dewam bike.
AA