Razandina pereyê bêkariyê û xebata demkurt dest pê kir

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk: "Perê bêkariyê û perê xebata kurtedem yê meha gulanê wê di navbera 1-5ê hezîranê da were razandin"

Razandina pereyê bêkariyê û xebata demkurt dest pê kir

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê ragihand ku perê bêkariyê û perê xebata kurtedem yê meha gulanê wê di navbera 1-5ê hezîranê da were razandin.

Wezîr Selçukê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da perê bêkariyê û perê xebata kurtedem yê meha gulanê ku diviya di 5ê hezîranê da bihata razandin, wê zûtir werin razandin.

Wezîr Selçukê diyar kir, ev pere wê ji îro pê va li gor jimara dawîn a nimreya nasnameyê li ser hesaban were razandin.

Selçukê wiha got, "Kesên ku jimara dawîn a nasnameya wî 0 e perê wan wê di 1ê hezîranê da, jimareyan 2yan di 2yê hezîranê da, jimareya 4an di 3yê hezîranê da, jimareya 6an di 4ê hezîranê da, jimareya 8an jî di 5ê hezîranê da wê were razandin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE