Razandina pereyê burs û krediya cotmehê ya xwendekaran dest pê kir

Razandina pereyê burs û krediya cotmehê ya xwendekaran dest pê kir

Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu diyar kir ku razandina burs û krediya meha cotmehê ya xwendekarên hîndekariya bilind ji îro pê va dest pê kir.

Wezîr Kasapoglu daxuyanî da û diyar kir, razandina burs û krediya meha cotmehê ji îro pê va dest pê kir û li ser hesabê xwendekaran tê razandin.

Mehmet Muharrem Kasapoglu destnîşan kir razandina pereyan wê di navbera 6-10ê cotmehê da li gor reqema dawîn a nimreya nasnameyê were kirin.

Xwendekarên ku dawiya nasnameya wan "0" be wê di 6ê cotmehê da, yên ku "2" be wê di 7ê cotmehê da, yên ku "4" be wê di 8 cotmehê da, yên ku "6" be wê di 9ê cotmehê da û yên ku "8" be wê di 10 cotmehê da perê xwe bistînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE