Razandina pereyê Piştgiriya Ucreta Neqdî ya meha berfanbarê wê di 8ê rêbendanê da dest pê bike

Razandina pereyê Piştgiriya Ucreta Neqdî ya meha berfanbarê wê di 8ê rêbendanê da dest pê bike

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê daxuyand ku razandina perê Piştgiriya Ucreta Neqdî ya meha berfanbarê wê di 8ê rêbendanê da dest pê bike.

Selçukê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir, perê piştgiriyê wê li ser hesabên bankeyan werin razandin, kesên ku IBANa wan kêm be an jî xelet bin, wê perê xwe ji PTTyê bikşînin.

Selçukê diyar kir, xebatkarên ku bê ucret destûr xwestine, perê wan ê Piştgiriya Ucreta Neqdî wê di 8ê rêbendanê da dest pê bike.

Wezîr Selçukê bi bîr xist, bi Biryara Serokomar a ku di Rojnameya Fermî da weşiya, ji 17ê rêbendanê pê va Piştgiriya Ucreta Neqdî 2 mehên din hat dirêjkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE