Rekolteya genim zêde ye

Li Qoserê cotkar ji berê îsal kêfxweş in.

Rekolteya genim zêde ye

Li Mêrdînê îsal rekolteya erdên avî gelekî zêde ye. Li herêmê rakirina genim berdewam e. Cotkar dibêjin îsal mehsûl baş e. Her sal li Mêrdînê milyonek û 200 hezar ton genim dihat rakirin, îsal bendewarî milyonek û 500 hezar ton e.

Îsal li ser axên bibereket yên herêmê mehsûl zêde ye.

Li Qosera Mêrdînê erdên avî bi tonan genim dide.

Cotkar li bendê ne îsal ji erdên xwe zêdetir genim hildin.

Li Mêrdînê tenê li ser 3 milyon donim erdî genim hatiye çandin.

Her sal milyonek û 200 hezar ton genim tê rakirin.

Cotkar li hêviyê ne îsal rekolte bibe milyonek û 500 hezar ton.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE