Reqamên bêkariyê hatin eşkerekirin

Reqamên bêkariyê hatin eşkerekirin

Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di nîsanê da li gor mehek berê ji sedî 0,1 zêde bû û gihîşt ji sedî 11,3yan. Di heman heyamê da hejmara bêkaran jî derket 3 milyon û 853 hezar kesî.

Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên hêza xebatê ya meha nîsanê eşkere kir.

Li gor vê hejmara bêkarên ji 15 salî mezintir in di meha nîsanê da li gor mehek beriya vê 65 hezar zêde bû û derket 3 milyon û 853 hezar kesî. Rêjeya bêkariyê jî ji sedî 0,1 zêde bû û derket ji sedî 11,3yan. Rêjeya bêkariyê li gor heman mehê ya sala par jî ji sedî 2,4 kêm bû.

Di heman mehê da rêjeya bêkariyê ya ciwanên temenê wan di navbera 15-24an da ye jî li gor mehek berê 0,8 puan kêm bû û bû ji sedî 20.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE