Reqamên bêkariyê hatin eşkerekirin

Li Turkiyeyê rêjeya bêkariyê di gulanê da li gor heman mehê ya sala par 0,1 puan zêde bû û bû ji sedî 12,9

Reqamên bêkariyê hatin eşkerekirin

 Li Turkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha gulanê da li gor heman mehê ya sala par 0,1 puan zêde bû û bû ji sedî 12,9. Di heman heyamê da hejmara kesên bêkar in jî 331 hezar kêm bû û bû 3 milyon û 826 hezar kes.

Saziya Îstatîstikan ya Turkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên bêkariyê yên Gulana 2020an eşkere kir.

Li gorî îstatîstikan di meha gulanê da li tevahiya Turkiyeyê hejmara kesên bêkar ên temenê wan 15 û jê mezintir in li gorî heman mehê ya par 332 hezar kêm bû û bû 3 milyon û 826 hezar kes. Di heman heyamê da rêjeya bêkariyê 0,1 puan zêde bû û bû ji sedî 12,9.

Rêjeya bêkariyê di gulanê da li gor mehek berê 0,1 puan zêde bû.

Li gor daneyên TUÎKê di heyama 2011-2020an da li gor meh û salan rêjeya bêkariyê ya ji tesîra demsalan nehatiye derxistin wiha ye; 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE