Reqamên bêkariyê hatin eşkerekirin

Reqamên bêkariyê hatin eşkerekirin

 Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza kar a heyama nîsana 2021ê eşkere kirin.

Li gor vê li giştiyê Tirkiyeyê hejmara bêkarên ku emrê wan 15 û jortir in, di nîsanê da li gor heman meha par 275 hezar kes zêde bûn û bû 4 milyon û 511 hezar kesan. Di heman heyamê da rêjeya bêkariyê 0,9 puan zêde bû û bû ji sedî 13,9. Rêjeya bêkariyê li gor heman meha par 0,2 puan zêde bû.

Di tîrmehê da rêjeya bêkariyê ya ku çandinî tê da tuneye 1,3 puan zêde bû û wek 16,2 hat hesabkirin.

Di meha navborî da rêjeya bêkariya ciwanên navbera 15-24 salî 0,1 pûan zêde bû û bû ji sedî 25,6an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE