Reqamên bêkariyê hatin eşkerekirin

Li gor vê li giştiyê Tirkiyeyê hejmara bêkarên ku emrê wan 15 û jortir in, di tebaxê da li gor tîrmehê par 11 hezar kes zêde bûn û bû 3 milyon û 965 hezar kesan. Rêjeya bêkariyê neguherî û ji sedî 12,1 pêk hat. Rêjeya bêkariyê li gor heman meha par jî 0,9 puan kêm bû.

Reqamên bêkariyê hatin eşkerekirin

Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di tebaxê da li gor tîrmehê neguherî û wekî ji sedî 12,1 pêk hat. Di vê heyamê da jimara bêkaran bû 3 milyon û 965 hezar kesan.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza kar a heyama tebaxa 2021ê eşkere kirin.

Li gor vê li giştiyê Tirkiyeyê hejmara bêkarên ku emrê wan 15 û jortir in, di tebaxê da li gor tîrmehê par 11 hezar kes zêde bûn û bû 3 milyon û 965 hezar kesan. Rêjeya bêkariyê neguherî û ji sedî 12,1 pêk hat. Rêjeya bêkariyê li gor heman meha par jî 0,9 puan kêm bû.

Di tîrmehê da rêjeya bêkariyê ya ku çandinî tê da tuneye li gor hezîranê 0,2 puan zêde bû û wek ji sedî 14,2 hat hesabkirin.

Di meha navborî da rêjeya bêkariya ciwanên navbera 15-24 salî 0,1 pûan kêm bû û bû ji sedî 22,7an. Rêjeya îstixdamê jî 0,4 puan zêde bû û bû ji sedî 32,6. 

Ji aliyê din va meha borî rêjeya bêkariyê ya tîrmehê wekî ji sedî 12 hatibû hesabkirin û ew jî wekî ji sedî 12,1 hat revîzekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE