Reqamên bêkariyê hatin eşkerekirin

Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di Sibatê da li gorî heman meha sala par 1,1 puan kêm bû û bû ji sedî 13,6

Reqamên bêkariyê hatin eşkerekirin

Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di Sibata 2020an da li gorî heman mehê ya sala par 1,1 puan kêm bû û bû ji sedî 13,6. Di heman heyamê da hejmara kesên bêkar jî 502 hezar kêm bû û bû 4 milyon û 228 hezar kes.

Saziya Îstatîstikan ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên bêkariyê yên Sibata 2020an eşkere kir.

Gorî îstatîstikan di meha sibatê da li tevahiya Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên temenê wan 15 û jê mezintir gorî heman meha sala par 502 hezar kêm bû û bû 4 milyon û 228 hezar kes. Di heman heyamê da rêjeya bêkariyê 1,1 puan kêm bû û bû ji sedî 13,6.

Rêjeya bêkariyê di Sibatê da li gor mehek berê 0,2 puan kêm bû.

Li gor daneyên TUÎKê di heyama 2011-2020an da li gor meh û salan rêjeya bêkariyê ya ji tesîra demsalan hatiye derxistin wiha ye;

2011 2012 2013 2014 2015 2016 2017 2018 2019 2020
Çileya Paşîn 11,1 9,3 9,7 10,3 11,3 11,1 13 10,8 14,7 13,8
Sibat 10,7 9,6 9,7 10,2 11,2 10,9 12,6 10,6 14,7 13,6
Adar 10,1 9,1 9,4 9,7 10,6 10,1 11,7 10,1 14,1
Nîsan 9,3 8,2 8,7 9 9,6 9,3 10,5 9,6 13
Gulan 8,9 7,6 8,2 8,8 9,3 9,4 10,2 9,7 12,8
Hezîran 8,7 7,3 8,1 9,1 9,6 10,2 10,2 10,2 13
Tîrmeh 8,6 7,6 8,6 9,8 9,8 10,7 10,7 10,8 13,9
Tebax 8,5 8 9 10,1 10,1 11,3 10,6 11,1 14
Îlon 8,2 8,3 9,2 10,5 10,3 11,3 10,6 11,4 13,8
Cotmeh 8,4 8,3 9,1 10,4 10,5 11,8 10,3 11,6 13,4
Mijdar 8,4 8,6 9,3 10,7 10,5 12,1 10,3 12,3 13,3
Çileya Pêşîn 9 9,3 9,6 10,9 10,8 12,7 10,4 13,5 13,7
Salane 9,1 8,4 9 9,9 10,3 10,9 10,9 11 13,7

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE