Reqamên enflasyonê eşkere bûn

Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha cotmehê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 17,09, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 36,2 zêde bû.

Reqamên enflasyonê eşkere bûn

 Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di cotmehê da mehane ji sedî 2,39, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 5,24 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 19,89, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 46,31.

Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha cotmehê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 17,09, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 36,2 zêde bû.

TUFEya mehane ji sedî 2,39, YÎ-UFE ji sedî 5,24 zêde bû.

TUFE di cotmehê da li gor berfanbara par ji sedî 15,75, li gor heman meha par ji sedî 19,89 zêde bû.

YÎ-UFE jî li gor berfanbara 2020î ji sedî 37,34, li gor cotmeha par ji sedî 46,31 zêde bû.

Ekonomîstên ku beşdarî Anketa Texmîna Enflasyonê ya AA Fînansê bûn, nîvendiya texmînên enflasyona meha cotmehê ji sedî 2,50, enflasyona salane ji sedî 20,01 texmîn kiribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE