Li gor daneyên Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (SÎT) tevlî mijdarê nîvendiya 12 mehan di bihayên xerîdaran da ji sedî 17,71 û di bihayên hilberînerên navxweyî da jî ji sedî 38,94 zêde bû.
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di mijdarê da ji sedî 3,51 û Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) jî ji sedî 9,99 zêde bû.
TUFE di meha mijdarê da li gorî meha berfanbara par ji sedî 19,82 û li gor heman meha par jî ji sedî 21,31 zêde bû.
YÎ-UFE jî li gor Berfanbara 2020î ji sedî 51,06 û li gor meha mijdara par jî ji sedî 54,62 zêde bû.