Reqamên enflasyonê eşkere bûn

Enflasyon di meha Nîsanê da ji sedî 7,25 zêde bû.

Reqamên enflasyonê eşkere bûn

Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di nîsanê da mehane ji sedî 7,25, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 7,67 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 69,97, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 121,82.

Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha nîsanê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 34,46, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 72,03 zêde bû.

TUFEya mehane ji sedî 7,25, YÎ-UFE ji sedî 7,67 zêde bû.

TUFE di nîsanê da li gor berfanbara par ji sedî 31,71, li gor heman meha par ji sedî 69,97 zêde bû.

YÎ-UFE jî li gor berfanbara 2021ê ji sedî 39,23, li gor nîsana par ji sedî 121,82 zêde bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE