Reqamên enflasyonê eşkere bûn

Enflasyon di cotmehê da ji sedî 2,98, enflasyona salane bû ji sedî 73,50

Reqamên enflasyonê eşkere bûn

Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di gulanê da mehane ji sedî 2,98, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 8,76 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 73,50, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 132,16.

Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha gulanê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 39,33, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 80,38 zêde bû.

TUFEya mehane ji sedî 2,28, YÎ-UFE ji sedî 8,76 zêde bû.

TUFE di gulanê da li gor berfanbara par ji sedî 35,64, li gor heman meha par ji sedî 73,50 zêde bû.

YÎ-UFE jî li gor berfanbara 2021ê ji sedî 51,43, li gor gulana par ji sedî 132,16 zêde bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE