Reqamên enflasyonê eşkere bûn

Enflasyon di meha nîsanê da ji sedî 1,69 zêde bû û salane jî bû ji sedî 19,50.

Reqamên enflasyonê eşkere bûn

Enflasyon di meha nîsanê da ji sedî 1,69 zêde bû û salane jî bû ji sedî 19,50.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak diyar kir ku enflasyona salane ji 19,71ê dakete ji sedî 19,50yî, enflasyona bingehîn jî salane ji sedî 17,53yan dakete ji sedî 16,30yî û wiha got: "Ev geşedan nîşan didin ku bi taybetî di havînê da bihayê xwarinê ew ê kêm bibe û em ê bi vê va bigihêjin hedefên xwe."

Albayrak li ser hesabê xwe yê Twitterê înfografîka li ser daneyên enflasyona meha nîsanê weşand.

Albayrak got geşedanên pozîtîf ên TUFEyê nîşan didin ku pêvajoya edilîna aboriyê dewam dike û wiha nivîsî: 

"Enflasyona salane ji 19,71ê dakete ji sedî 19,50yî. Weki mayin enflasyona bingehîn ya salane jî ji sedî 17,53yan dakete ji sedî 16,30yî. Ev geşedan nîşan didin ku bi taybetî di havînê da bihayê xwarinê ew ê kêm bibe û em ê bi vê va bigihêjin hedefên xwe."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE