Reqamên enflasyonê eşkere bûn

Endeksa Bihayê Xerîdaran di sibatê da mehane ji sedî 0,35, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî ji sedî 0,48 zêde bû

Reqamên enflasyonê eşkere bûn

Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di sibatê da mehane ji sedî 0,35, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 0,48 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 12,37, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 9,26.

Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Türkiyeyê (TUÎK), ji meha sibatê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 13,94, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 14,18 zêde bû.

TUFEya mehane ji sedî 0,35, YÎ-UFE ji sedî 0,48 zêde bû.

TUFE di meha sibatê da li gor berfanbara par ji sedî 1,71, li gor heman meha par ji sedî 12,37 zêde bû.

YÎ-UFE jî li gor berfanbara 2019an ji sedî 2,33, li gor sibata par ji sedî 9,26 zêde bû.

Ekonomîstên ku beşdarî Anketa Texmîna Enflasyonê ya AA Fînansê bûn, nîvendiya texmînên enflasyona meha sibatê ji sedî 0,71, enflasyona salane ji sedî 12,77 texmîn kiribûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Adar 2020, 12:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE