Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha nîsanê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 12,66, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 10,87 zêde bû.
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) mehane ji sedî 0,85, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 1,28 zêde bû.
TUFE di meha nîsanê da li gor berfanbara par ji sedî 3,16, li gor heman meha par ji sedî 10,94 zêde bû.
YÎ-UFE jî li gor berfanbara 2019an ji sedî 4,54, li gor nîsana par ji sedî 6,71 zêde bû.
AA