Reqamên enflasyonê eşkere bûn

Enflasyon di berfanbara 2020î da ji sedî 1,25 zêde bû, enflsayona salane bû ji sedî 14,60.

Reqamên enflasyonê eşkere bûn

Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di berfanbarê da mehane ji sedî 1,25, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 2,36 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 14,60, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 25,15.

Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha berfanbara 2020î pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 12,28, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 12,18 zêde bû.

TUFEya mehane ji sedî 1,25, YÎ-UFE ji sedî 2,36 zêde bû.

TUFE di berfanbara 2020î da li gor heman meha par ji sedî 14,60, YÎ-UFE jî ji sedî 25,15 zêde bû.

Enflasyona salane ji texmîna Bernameya Aboriyê ya Nû (YEP) zêdetir derket. Texmîna bernameyê 10,5 bû.

Ekonomîstên ku beşdarî Anketa Texmîna Enflasyonê ya AA Fînansê bûn, nîvendiya texmînên enflasyona meha berfanbarê ji sedî 1,01, enflasyona sala 2020î ji sedî 14,34 texmîn kiribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE