Reqamên enflasyonê eşkere bûn

TUFE di hezîranê da ji sedî 1,94, YÎ-UFE ji sedî 4,01 zêde bû.

Reqamên enflasyonê eşkere bûn

Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di hezîranê da mehane ji sedî 1,94, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 4,01 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 17,53, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 42,89.

Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha hezîranê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 14,55, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 25,38 zêde bû.

TUFEya mehane ji sedî 1,94, YÎ-UFE ji sedî 4,01 zêde bû.

TUFE di hezîranê da li gor berfanbara par ji sedî 8,45, li gor heman meha par ji sedî 17,53 zêde bû.

YÎ-UFE jî li gor berfanbara 2020î ji sedî 22,04, li gor hezîrana par ji sedî 42,89 zêde bû.

Ekonomîstên ku beşdarî Anketa Texmîna Enflasyonê ya AA Fînansê bûn, nîvendiya texmînên enflasyona meha hezîranê ji sedî 1,46, enflasyona salane ji sedî 16,97 texmîn kiribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE