Reqamên Enflasyonê

daneyên enflasyonê hatin daxuyandin...

Reqamên Enflasyonê

Tuîkê rêjeya enflasyonê ya meha kanûnê aşkere kir. Li gorî daneyan di meha kanûnê de enflasyon ji sedî 0.40 kêm bû. Piştî van agahiyan enflasyona salê bû ji sedî 20,30. Mehaniyên karmend û karmendên teqawid ji sedî 10,69, mehaniya teqawidên ssk û bağkûrê jî ji sedî 10, 19 zêde bû.

Enflasyona li gorî TÜFEyê di meha kanûnê de ji sedî 0, 40 kêm bû. ÜFEya navwelêt jî ji sedî 2, 22 kêm bû.

Li giştiyê sala 2018yê TUFE bû 20, 30.

ÜFEya salane ya navwelêt ji sedî 33, 64 zêde bû.

Li gorî mehê herî zede bihayên xurek û vexwarinên bêalkol zede bû. Rêjeya zêdebûnê ji sedî 1, 8 e. Herî zede jî bihayên cil û berg û pêlavan kêm bû. Rêjeya kêm bûnê ji sedî 4, 8 e.

meha kanûnê de herî zêde balîcan biha bû, porteqal erzan bû.

Piştî daneyan zema mehaniyên karmend û teqawîdên karmendiyê jî diyar bû. Mehaniya karmend û teqawidên karmendiyê ji sedî 10,69, mehaniya teqawidên ssk û bağkûrê jî ji sedî 10, 19 zêde bû.

Dîroka nûkirinê: 03 Çile 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE