Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di adarê da mehane ji sedî 5,46, Endeksa Bihayê Hilberînerên Navxweyî (YÎ-UFE) jî ji sedî 9,19 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 61,14, di bihayên hilberînerên navxweyî da jî bû ji sedî 114,97 .
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha adarê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 29,88, bihayên hilberînerên navxweyî jî ji sedî 64,3 zêde bû.
TUFEya mehane ji sedî 5,46,, YÎ-UFE jî ji sedî 9,19 zêde bû.
TUFE di adarê da li gor heman mehê ya par ji sedî 22,81 zêde bû.
YÎ-UFE jî di adarê da li gor heman mehê ya par ji sedî 29,31 zêde bû.AA