“Reqamên enflasyonê ji texmînên me zêdetir e”

Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak diyar kir ku reqamên enflasyona îlonê ji texmînan zêdetir in.

“Reqamên enflasyonê ji texmînên me zêdetir e”

Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak diyar kir ku reqamên enflasyona îlonê ji texmînan zêdetir in. Albayrak got; “me rewşa herî xirab li pey xwe hişt, pêvajoya spekûlatîf qediya.”

Wezîrê Xazîne û Maliyeyê Berat Albayrak: “Ev reqem ji texmînên pîyasayê û ji texmînên Bankaya Navendê zêdetir in. Ev jî tê vê wateyê ku di bihayê tiştan de pirsgirêkek heye. Me xebatên li dijî enflasyonê aşkere kiribûn. Em ê di rojên pêş de jî ji her sektorê bi komekê re bicivin, çerçoveyekê diyar bikin. Em ê daxuyaniya vê jî vê heftê ji raya giştî re îlan bikin. Me rojên herî xirab li pey xwe hiştin. Li gorî texmînên me, enflasyona Îlonê ya herî xirab bû. Ewilî ji ser dovizê êrîşên spekulatîf kirin. Lê bi hewla me ew qediyan. Di meha Îlonê de me gavên girîng avêtin. Ev mehek, 2 meh in pirsgirêk hebûn. Lê bi van gavên me, me dît ku tu tesîra wan dê nemîne. Wisa xuya dike ku em ê êdî bi gavên berbiçav û ewle di riya xwe de bimeşin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE