Reqamên Enflasyona meha Tîrmehê

Enflasyon di meha Tîrmehê da mehane ji sedî 2,37 zêde bû û salane jî derket ji sedî 79,6an.

Reqamên Enflasyona meha Tîrmehê

Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di tîrmehê da mehane ji sedî 2,37, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) jî ji sedî 5,17 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 79,6, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 144,61.

Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha tîrmehê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 49,65, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 97,3 zêde bû. Mehane TUFE ji sedî 2,37 û YÎ-UFE jî ji sedî 5,17 zêde bû.

TUFE di tîrmehê da li gor çileya pêşîn a par ji sedî 45,72, li gor heman mehê ya par ji sedî 79,6 zêde bû.

YÎ-UFE jî li gor çileya pêşîn a 2021ê ji sedî 70,04, li gor gulana par ji sedî 144,61 zêde bû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE