Reqamên mezinbûnê hatin eşkerekirin

Aboriya Türkiyeyê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû û tevdîrên ji bo wê tên dîtin di çaryeka duyem a salê da ji sedî 9,9 kêm bû

Reqamên mezinbûnê hatin eşkerekirin

Aboriya Türkiyeyê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û tevdîrên ji bo wê tên dîtin tesîreke neyînî dît û di çaryeka duyem a salê da ji sedî 9,9 kêm bû.

Saziya Îstatîstikan ya Türkiyeyê (TUÎK) daneyên çaryeka duyem (nîsan-hezîran) a îsal ya hasileya nav welêt a nesafî (GSYH) eşkere kir.

Li gor vê endeksa hecma hasileya nav welêt a nesafî di çaryeka duyem a salê da ji ber şewba vîrusa koronayê li gor heman heyama par ji sedî 9,9 kêm bû.

Texmîna hasileya nav welêt a nesafî ya bihayê li gor rêgeza hilberînê di 3 mehên duem a îsal da li gor heman heyama sala par ji sedî 1,3 zêde bû û derkete trîlyonek û 41 milyar û 643 milyon lireyî.

Mezinbûna aboriya Türkiyeyê ji sala 2010an vir va li gorî sal û çaryekan wiha ye:

Sal Çaryeka Yekemîn Çaryeka Duyemîn Çaryeka Sêyemîn Çaryeka Çaremîn Salane
2010 7,0 8,1 8,7 9,7 8,5
2011 11,7 11,5 11,6 9,9 11,1
2012 6,8 5,0 3,6 4,2 4,8
2013 8,5 9,8 8,9 6,9 8,5
2014 8,7 2,9 3,7 5,9 5,2
2015 3,6 7,2 5,8 7,5 6,1
2016 4,8 4,9 -0,8 4,2 3,2
2017 5,3 5,3 11,6 7,3 7,5
2018 7,5 5,8 2,5 -2,7 3
2019 -2,6 -1,7 1 6,4 0,9
2020 4,4 -9,9

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE