Reqamên îxracatê hatin eşkerekirin

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan: "Li gorî pergala bazirganiya taybet di meha çileya paşîn da îxracata me bû 13 milyar û 171 milyon dolar, li gorî pergala bazirganiya giştî jî bû 13 milyar û 904 milyon dolar."

Reqamên îxracatê hatin eşkerekirin

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan di civîna çapemeniyê ya ku Serokê TÎMê Îsmaîl Gulle jî beşdar bû da reqamên bazirganiya derva ya meha çileya paşîn eşkere kir.

Pekcan got wek wezaret ewê di sala 2019an da daneyên bazirganiya derva him li gor sîstema bazirganiya giştî û him jî li gor ya taybet parve bikin û wiha axivî: "Li gorî pergala bazirganiya taybet di meha çileya paşîn da îxracata me ji sedî 5,93 zêde bû û bû 13 milyar û 171 milyon dolar. Li gorî pergala bazirganiya giştî jî îxracat di meha çileya paşîn da ji sedî 6,33 zêde bû û bû 13 milyar û 904 milyon dolar."

Wezîr Pekcan behsa reqamên îdxalatê jî kir û wiha axivî: "Li gor sîstema bazirganiya taybet di meha çileya paşîn da îdxalata me ji sedî 27,01 kêm bû û bû 15 milyar û 709 milyon dolar. Li gor sîstema bazirganiya giştî jî di meha çileya paşîn da ji sedî 26,87 kêm bû û bû 16 milyar û 220 milyon dolar."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 11:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE